H’emû nûçeSereke

Yêrêvanê pêşnîyar kirîye ku pirsên herêmêye ewlehkarîyê bi formata parlamêntîyê, ya Ermenîstan- Rûsîya-Adirbêcan gotûbêj bikin: pêşnîyar layîqî begemîya Moskvayê bûye

Serokê parlamênta Rûsîyayê Vîyaçêslav Volodîn, wextê hevdîtina tevî serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan, ya li Moskvayê, piştgirî daye pêşnîyara hevalkarê xwe, ku bi formata parlamêntîyê, ya bi tevbûna Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê, pirsên ewlehkarîya ermênî gotûbêj bikin.Malpera parlamênta Rûsîyayê derheqa wê yekêda elametî belav kirîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî Vyaçêslav Volodîn başqe derheqa li Ermenîstanê zimanê rûsîda xeberdaye. Ewî guhdarî teglîfî ser wê yekê kirîye, ku li Ermenîstanê mektebên bi zimanê rûsî bidine vekirinê.

Vyasêçlav Volodîn û Alên Sîmonyan pevketine ku îro jî careke mayîn rastî hevdu bên û encamên xebata dêlêgasîya parlamênta Ermenîstanê gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button