SerekeSîyasî

Aydîn Marûf bang dike, ku derheqa mafên netewên kêmjimar projeya konstîtûsîya Kurdistanêda bidine dîyarkirinê

Wezîrê pirsên êtnîkî û dînî, yê nava hukumata Herêma Kurdistanêda, Aydîn Marûf daye dîyarkirinê wekî nava projeya konstîtûsîya Herêma Kurdistanêda gerekê derheqa mafên netewên kêmjimar bê dîyarkirinê.

Xala konstîtûsîya Îraqêye 12O da hatîye dîyarkirinê, wekî îzina Herêma Kurdistanê heye konstîtûsîya xwe amade bike, li gorî kîjanê sîstêmên li herêmê û mêxanîzmên wan dixebitin, lê bi wî qewilî, wekî ew yek dijî konstîtûsîya Îraqêye sala 2OO5 a qebûlkirî  nîbe.

«Em tevî partîyayên sîyasî dixebitin, bona ku nava projeya konstîtûsîya Herêma Kurdistanêda mafên komên êtnîkî û dînî bidine dîyarkirinê»,- Aydîn Marûf gotîye têlêvîzyona Kurdistan 24 ê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button