H’emû nûçeSereke
Baylozê Ermenîstanêyî li UNESCO ê encamên agrêsîya azêrîyaye dijî Ermenîstanê raber kirîye

Adirbêcan xwe fesal digre, çimkî pêşezanê UNESCO ê dikarin bibine şedê tunekirina mîrata ermenîye çandî. Ewe menî, wekî ew nahêlni ku mîsîya UNESCO ê li wir bixebite. Wextê civîna şêwira UNESCO ê, wekîlê Ermenîstanê Krîstîyan Têr-Stêpanyan derheqa wê yekêda gotîye.
Ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine, wekî bayloz bi hêvîdarî gotîye, ku serokê sereke wê cedandina bide xebatê bona ku mîsîyayê bişîne Qerebagê û topraxên dor-bera.
Nava axaftina xweda wekîlê Ermenîstanêyî hertimî usa jî derheqa agrêsîya 13 ê îlonêda xeberdaye.







