Baylozê Fransîyayêyî li Îraqê Êrîk Şêvalê , tevî xudana xelata Nobêlîyê Nadîya Mûradê çûne Şengalê, ku dîna xwe bidine çêkirina nexweşxwana fransîye li Şengalê.
Nadîya Mûradê Twittere da razalixî elamî baylozê Fransîyayê kirîye, wekî ew bi hevra çûne Lalişê û paşê jî çûne Şengalê.Ewê daye dîyarkirinê, wekî gavên hukumata Fransîyayê, yên hindava ola êzdîya û herêma Şengalê li ber çevane û ewê razalixî elam kirîye.
Dêlêgasîya bi serkarîya sênatorê fransî Krîstîyan Kambon, yê ku serokê komîsîya pêwandîyên der, parastinê û hêzên sîlihkirîye, 3O ê îlonê li Lalişê û qampa êzdîyaye li Dihokê qesidîye.
Sênatorê Fransîyayê Krîstîyan Kambon Twittere da nivîsîye, wekî Fransîya piştgirîyê dide êzdîya û wan jinên êzdî yên ku bûne cangorîyên têrorîzmê.