
1O ê cotmehê konsûlxana Ermenîstanêye li Hewlêrê û fonda xêrkirinêye «Barzanî» dokûmênt îmze kirine, ku hemû çadirên qampên li Şêxanê biguhêrin û ew alîkarî bi perên ku hukumata Ermenîstanê başqe kirine û usa jî bi derfetên fonda «Barzanî» wê bê kirinê.
Konsûlê Ermenîstanêyî li Hewlêrê Arşak Manûkyan, wextê prêss-konfêransa tevayî, ya tevî fonda «Barzanî», gotîye, wekî nenihêrî wê yekê, ku li pêşîya hukumata Ermenîstanê cêrge pirsgirêk hene, lê ew hindava qîmetîyên hûmanîtarî aminin û bi vî cûreyî emekê xweyî biçûk dikine nava wî karî.
Serokê fonda xêrkirinê Mûsa Ahmed razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî birîyara hukumata Ermenîstanê mînanî bangekêye, ku civaka navneteweyî piştgirîya hindava mihacirên li Kurdistana Îraqê nedine sekinandinê.
Usa jî pevketin hatîye destanînê, ku bi mecalên hukumata Ermenîstanê û cedandinên fonda «Barzanî» bona şagirtên sê mektebên li qampa Şêxanê, çeltên mektebê û eşîyayên mektebêye başqe dest bînin.







