Ermenîstan dikare hêvîdarbe, ku Fransîyayê piştgirîyê bide: wezîra Fransîyayêye karên der Kolona
Fransîya derheqa piştgirîya xweye hindava Ermenîstanêda dide kifşê, ya nava qewilên teribandinên yekîtîya têrîtorîyayên wêda. Derheqa wê yekêda wezîra Fransîyayêye karên der Katrîn Kolonayê li parlamêntê gotîye.
Nava axaftina xweda ewê daye dîyarkirinê, wekî piştî êrîşa 13 ê îlonê, Fransîyayê cedandin dane xebatê ku hal bidine qewînkiriê û dew ji hêzên azêrîya kirine, ku ew paşda vegerine ser tabîyên xweye berê. Pevketin hatîye destanînê ku hetanî dawîya mehê bi dirêjaya sînorê Ermenîstanê mîsîya Avropayêye sîvîl cîhwarkin.
«Armanca vê mîsîyayê ewe ku hal bidine qewînkirinê û di navbera alîyada pêvajo destpêbe.Em hêvîdarin, wekî mîsîyayê bikaribe alî pêvajoya kifşkirina sînora bike»,- ewê gotîye.
«Ermenîstan dikare hindava piştgirîya Fransîyayê hêvîdarbe»,- wezîra Fransîyayêye karên der gotîye.