Ji dîlên ermenî dudu sedî sed kuştine: Sahakyan derheqa vîdyoya azêrîyaye nûda
Ji leşkerên ermenî dudu kuştine. Derheqa wê yekêda wekîla berjewandîyên dîlên ermenîye leşkerî wextê hevpeyvîna tevî Spûtnîk Armênîyayê Sîranûş Sahakyanê gotîye û derheqa wê vîdyoyêda xeberdaye, ya ku duh malperên sosîyalîda belav kiribûn, kîjnêda dîyare ku çi cûreyî azêrî bi zanebûn zîyanê didine lingên dîla û paşê mecbûr dikin, ku ew li ser pîya bisekinin.
«Vîdyoyêda tê kifşê, wekî du meriv saxin, ew dîlin û gerekê alîkarîya doxtirîyê bidana wan. Hemû tişt gerekê bê lêkolînkirinê, lê em şikberin, wekî merivek ku ketetîye erdê, ne ku rûyê gulebarandinêda hatîye kuştinê, lê dema ku ew dîl bûye, hatîye kuştinê»,- Sahakyanê gotîye.
Mafparêzê gotîye, wekî vîdyoyêda kincên leşkerên azêryane, yên ku barbarî mîyaser kirine û ew leşkerên koma mexsûs «Yaşmayê» ne.
Ewê usa jî serda zêde kirîye, wekî Adirbêcanê sê cinyazên leşkera dane Ermenîstanê, lê ew yek usa raber kirîye ku ew leşker li deşta şêr hatine kuştinê.
Em serda zêdekin, wekî ev bûyar rojên agrêsîya meha îlonêda qewimîye.
Em bîr bînin, wekî 2 ê cotmehê nava kanalên azêrîyaye Têlêgiramêda vîdyoyeke başqe jî zelal bibû, kîjanêda dihate kifşê, ku leşkerên azêrîya çawa dîlên ermenî dikujin.