Piştî zêrandina dîlên ermenî ew kuştine: parêzera mafên mêriv wê berbirî sîstêmên navneteweyî bibe
Vîdyoyeke nû nava malperên sosîalîda ji alîyê azêrîyada hatîye belavkirinê, wekî dîlên ermenîye leşkerî kuştine. Derheqa wê yekêda parêzera Ermenîstanêye mafên mêriv Krîstînê Grîgoryanê gotîye.
«Nava vîdyoya duhda belavbûyî zelal tê kifşê, ku çi cûreyî dîlên ermenî dizêrînin û dikujin. Vê carê jî hêzên azêrîya vîdyo kişandine û derheqa xirabkarîyên xweye wextê şêrda îzbat kirine. Îdara parêzerê mafên mêriv ew jî îzbat kirîye ku ew bûyar li kîderê qewimîye û hatîye gotinê, wekî ew yek 13 ê îlonê qewmîye»,-Grîgoryanê gotîye.
Parêzera mafên mêriv daye dîyarkirinê wekî xirabkarîyên azêrîya dîsa bê bersiv dimînin, lê cezanekirina wan ruhdarîyê dide wan ku ew xirabkarîyên hê giran mîyaserkin.Bi gotina wê, ev kirin gerekê ji alîyê sîstêmên navneteweyîda bêne cezakirinê û civaka navneteweyî gerekê dewê ji desthilatdarîya Adirbêcanê bike, ku lêkolîna derbazkin û xirabkara, usa jî teşkîldara, dewsa dayîna mêdala wana cezakin.