Sereke

Serokê Fransîyayê Rûsîya bi dijwarkirina nakokîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê da tawanbar kir

Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron Rûsîya bi wê yekê tawanbar kir ku bi mebest di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê da nakokî çêdike.Li gorî rapora Armênpressê, li gorî ajansa Reutersê, Makron tekezî li ser wê yekê kir ku Rûsîya vê yekê di çarçoveya hewlên têkdana aramîyê li herêma Qafqasyayê û derveyî wê dike.

Makron  kanala France 2  da dîyar kir ku Rûsîya di mehên dawî da ji bo Adirbêcanê di navbera alîyan da alozî derdixe.

«Van du salên dawî da li ser sînor çi diqewime? 5000 leşkerên rûs qaşo ji bo ewlekarîya sînor li wirin, lê rûsa ev pevçûyn bi kar anîn, bi beşdarîya Tirkîyayê lîstika Adirbêcanê lîstin û vegerîyan ku Ermenîstana cîranê xwe lawaz bikin.Ma hûn dibînin ku çi diqewime? Rûsya hewl dide rewşê bêîstiqrar bike. Ew dixwaze li Qafqasîyayê kaosê çêbike da ku me hemûyan bêîstiqrar bike”,- Makron gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button