Sereke
Konsêrta Krîstîna Agîlêrayê, ya li Yêrêvanê, hatîye paşdaêxistinê
Stiranbêja dinêeyan Krîstîna Agîlêrayê gerekê li Yêrêvanê 22 ê cotmehê konsêrta xwe bida, lê ew hatîye paşdaêxistinê.Hatîye ragîhandinê, wekî konsêrta stiranbêjê gerekê nava dorana fêstîvalêda bihata derbazkirinê.
Nava têksta elametîyêda hatîye gotinê: “Teşkîla fêstîvala “Haya” yê û kolêktîva dengbêja hizkirî, bi hesabhildana halê welatîyên Ermenstanêye pisîxolocî, qirar kirine konsêrtê bidine paşdaêxistinê.Zûtirekê wê roja wê bê kifşkirinê”.