
Serokê komîtêya Yekbûyî, ya serokê ştaba Îranê, general Mehmed Bagerî elam kirîye, wekî hêzên Îranêye sîlihkirî dîna xwe didine baregehên li Kurdistana Îraqê û serda zede kirîye, wekî ewê operasîyonên leşkerî berdewam bikin.
Gênêral Bagerî serda zêde kirîye, wekî Îran zane ku baregehên amerîkî li kîderêne û li wir çiqas hêzên amerîkî hene.
Ewî gotîye, wekî vir wada Îrane bersiva her gaveke Ştatên Yekbûyî, ya li Îraqê bide. Fermandarîya hêzên Ştatên Yekbûyî pêşda elam kiribû, wekî dirona îrnanî ya ku berbi Hewlere diçû, hatîye lêxistinê.







