H’emû nûçeSereke

Nava şerê 13 ê îlonêda 431 kuştîyên Adirbêcanê hene: Alên Sîmonyan

Ez dibêjim, wekî diqewime wedê mîsîya Yekîtîya Avropayê bê dirêjkirine: Ezê gelekî bixwezim wekî usa jî wekîlên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv jî bên ku bi dirêjaya sînor bisekinin û dîna xwe bidinê ku kê provokasîya çê dike û kê rêjîma agirbestê diteribîne. Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye.

“Adirbêcan ji alîkîva pesinê xwe dide, wekî destê wanî hesinî eskerê ermenî şikênandîye, lê ji alîkî mayînva jî me nava provokasîyada gunehkar dike.

Eskerê ermenî roja îroyîn pişta xwe rast dike, ji alîyê hukumatêda hemû tişt tê kirine, ku ruhdarîya leşkerê me bê bilindkirinê û hema şerê 13 e îlonê jî mesela wê yekêye, wextê kîjanî leşkera sînor xweyî kirin, çimkî meremê şerê 13 e îlonê tiştekî mayîn bû û bi saya leşkerê me ew merem mîyaser nebû”,- Alên Sîmonyan gotîye.

“Bi înformasyonên li cem min hejmara kuştîyên Adirbêcanê 431 û hûn dikarin vê hejmarê belav bikin”,- ewî gotîye rojnamevana.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button