SerekeSîyasî

Yûnanistan Tirkîyayê gunehkar dike: beyî çi mecbûr kirine birevine berbi Yûnanistanê

Sînorxweykirinên Yûnanistanê tevî xebatkarên ajansa Yektîya Avropayê, ya kontrolkirina sînora,  nêzîkî 90 mîgrantî xilaz kirine, yên ku ji alîyê Tirkîyayêda bi qeyîkê çemê Êvrosêra hatine şandinê.

“Tirkîya dîsa mîgranta dide xebatê, mafê meriv û navneteweyî diteribîne. Kirina wêye dawî ji  hemû provokasîya bilindtire. Wî çaxî polîsîyayê 92 mîgrant li ber çêm xilaz kirine, kîjan beyî kinc şandibûn. Wan meriva dane dîyarkirinê, wekî ji alîyê desthilatdarîya tirkada bi avtomobîla anîne Êvrosê û ew mecbûr kirine bikevine qeyîka û berê wan dane berbi Yûnanistanê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Wezîrê Yûnanistanêyî pirsê parastina welatîya Takîs Têodorîkakos ew kirina Tirkîyayê şermezar kirîye û derheqa pirsgirêkên li ser sînor raberî komîsîya Avropaye kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button