H’emû nûçeSereke

Heyîna mecalên artîlêrîyayê, yên li alîyê Vardênîsê girêdaîye wê yekêra, ku hêzên azêrîya li wir zêde bûne: wezîreta parastinê

Heyîna mecalên artîlêrîyayê, yên li alîyê Vardênîsê girêdaîye wê yekêra, ku hêzên azêrîya li wir zêde bûne.Rûyê wê yekêda hal sert bûye.Armênprêssê ragîhandîye,wekî wezîreta Ermenîstanêye parastinê di derbarê wê elametîya Adirbêcanêye parastinê xeberdaye,wekî  bi kîjanê azêrîya daye dîyarkirinê, ku çar dezgehên artîlêrîyayê, yên ermenîya hatine kifşê.

“Gavên alîyê ermeîya piştî cîhwarkirina artîlêrîya azêrîya hatine avîtinê.Meremê gavên alîyê ermenîya tune ku hal bidine sertkirinê û heger azêrîya wan sîlihên xwe ji wir derxin wî çaxî alîyê ermeîya wê artîlêrîya xwe dûr bixin. Alîyê ermenî hazire dora vê pirsê hevraxeberdana derbazke”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button