H’emû nûçeSereke
Kongrêsmênên ŞAY wê rastî Nîkol Paşînyan bên

Dêlêgasîya kongrêsmênên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî îro tê Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda berdevka parlamêntê Sovînar Xaçatryanê gotîye û serda zêde kirîye, wekî kongrêsmên wê rastî serokê parlamênê Alên Sîmonyan û komîsîyayên parlamêntê bên.
Bi gotina Xaçatryanê, kongrêsmên wê usa jî rastî opozîsîya parlamêntê bên.
Hatîye ragîhandinê, wekî kongrêsmênên amêrîkî wê rastî Nîkol Paşînyanê serokwezîr bên û piştî hemû hevdîtina wê prêss-konfêransê bidin.







