
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî elam kirîye,wekî qewînbûna li Îraqê wê yekêva girêdayîye, ku pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda bêne helkirinê.
Nêçîrvan Barzanî di derbarê wê yekêda wextê axaftina xweye li ber xwendikarên yûnîvêrsîtêya Dihokê gotîye û bi hêvîdarî daye dîyarkirinê, wekî hukumata Îraqêye nû wê zû bê sazkirinê.
“Hêzên îraqî gerekê dersa ji şaşîyên berê hildin… û pirsgirêkên di navbera Kurdistanê û Bexdayêda gerekê li ser bingeha konstîtûsîyayê bêne helkirinê.







