Wezîrê Îraqêyî transportê Nesir Al Şîblî li bajarê Kirkûkê beşdarî vekirina firegeha navneteweyî bûye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî roja yekşemêda firegehê xebata xwe destpêke. Firegeh dikare salê 3,5 mîlyon rêwîya qebûlke.Bi saya vê yekê sê hezar cîhên xebatê tê sazkirinê û çûyîn-hatina welatîyên li Kirkûkê û dor-bera sivik dibe.
Nenihêrî wê yekê, wekî zimanê kurdî li Îraqê û Kurdistanê, li gorî konstîtûsîyayê zimanê fermîye, navê firegehê tenê bi erebî û înglîsî hatîye nivîsarê.
Ji cotmeha sala 2017 a da dema ku eskerê îraqî û rezedilvanên Heşid Aş Şaabîyê ev herêm hildane bin kontrola xwe, ji wî çaxîda gelek cara li îdarên fermî zimanê kurdî hesab hilnadin.