H’emû nûçeSereke

Nava pirsa ewlehkarîyêda ŞAY li Ermentîstanê aktîv nîbûye, lê hal niha tê guhartinê: Frênk Paloûn

Nava pirsa ewlehkarîyêda Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî li Ermenîstanê aktîv nîbûye, lê hal niha tê guhartinê. Di derbarê wê yekêda kongrêsmênê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Frênk Paloûn ji Amêrîkayê gotîye têlêvîzyona Ermenstanêye Civakî.

“Armanceke min ewe, wekî em hinekî zêde dikarin rola xwe bilîzin, ne tenê nava Ermenîstanêda, lê usa jî nava ewlehkarîya Arsaxêda.Ez difikirim, wekî ew yek jî tiştê xemgînîye ku aşîtîparêzên rûse li Arsaxê jî bin qezîyayêdane, çimkî Rûsîya dikare qirarke, ku naxweze aşîtîparêzên wê li wirbin”,- Paloûn gotîye.

Paloûn daye dîyarkirinê, wekî wê baştitrbûya ku Ermenîstan beşeke Yekîtîya Avropayêbûya û wî çaxî ewê diha nêzîkî NATO ê bûya. “Bi fikira min niha ev yek bona Ermenîstanê mecaleke başe, diqewime wî alîda pêwîstî heye ku Ermenîstan  vê pirsê binihêre, çimkî tifaqa ewlehkarîya rûsî tê bêjî Ermenîstanê nake nava xwe”,- Paloûn gotîye.

Paloûn daye dîyarkirinê, wekî ji alîyê ewlehkarîyêda ew li Ermenîstanê aktîv nîbûne, çimkî li Ermenîstanê baza rûsîye leşkerî heye û Ermenîstan jî endama Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve, nava kîjanêdane usa jî Rûsîya.

Kongrêsmên usa jî nade zelalkirinê ku ew yek wê çi cûreyî li ser hevkarîya Ermenîstanê û Ştatên Yekbûyî tehsîrke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button