H’emû nûçeSereke

Têma şandina dîtindarên Avropayê, ya li ser sînorê ermenîya-azêrîya, tê gotûbêjkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye, wekî têma derheqa şandina dîtindarên Avropayê, ya ser sînorê ermenîya-azêrîya tê gotûbêjkirinê.Bi gotina wî pêşeroja nêzîkda wê derheqa wê yekêda zelalkirin hebin.

Bi xeberdana di derbarê wê yekêda Mîrzoyan gotîye, wekî alîyê ermenî hêvîdare, wekî mîsîya avropî wê şedetîya berevke, bi kîjana wê bê kifşê, wekî dijî Ermenîstanê agrêsîya hatîye kirinê û esekrên Adirbêcanê ketine axa Ermenîstanêye serbixwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button