H’emû nûçeSereke

Dironên Kamîkazê, sîstêmên rokêtaye Akaş: bi gotina prêssa hindî, Ermenîstan dixweze sîlihên nû bikire

Ermenîstan têra dibîne ji Hindistanê diha zêde sîlihên xweparastinê dest bîne, nava wanda diron, sîstêmên rokêta. Derheqa wê yekêda prêssa hindî dinivîse.

Hatîye dîyarkirinê, wekî li Gandînagarê hevdîtina Sûrên Papîkyan û wezîrê Hindistanêyî parastinê Racnat Sîngh pêk hatîye wextê kîjanê pirsên derheqa hevkarîya leşkerîda hatine gotûbêjkirinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî ev hevdîtin piştî îmzekirina peymana di navbera hukumatên herdu welatada, piştî çend hevtîya, pêk hatîye. Prêssa Hindistanê dinivîse, wekî li gorî wê peymanê, Ermenîstanê sîstêmên rokêtaye Pinaka, rokêtên dijî tanka Konkurs û sîlihên başqe bikire.

Nenihêrî wê yekê, wekî kanîyên hukumata Hindistanêye înformasyon tu tiştî navêjin, lê didine kifşê, wekî hevkarî di navbra herdu welatada heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button