
Li gorî înformasyona merkeza prêssayê, ya hêzên ewlehkarîya hundur, li nehîya Tabkê, wextê opêrasîyona mexsûs 17 çekdarên DAÎŞ ê hatine girtinê.
Opêrasîyon bi piştgirîya Hêzên Sûrîya Dêmokratîk pêk hatîye.
Hatîye ragîhandinê, wekî ew meriv bona şuxulkarîya DAÎŞ ê, ya li gundên Xatûnîkê û Mensûrayê hatine girtinê. Gelek sîlih, pasport û kitêbên DAÎŞ ê hatine dîtinê.Wextê lêpirsînê, çekdar xwe mikur hatine, wekî ew îşê DAÎŞ ê va mijûl bûne. Piştî lêpirsînê ew teslîmî dadgeha sereke kirine.







