Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê derheqa projeya di derbarê wê yekêda xeberdaye, ku çi cûreyî bi învêstîsîyakirina 150 hezar dolarî dikarin bibine welatîyên Ermenîstanê

Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan wextê qisa tevî rojnamevana derheqa projeya ji alîyê hukumatêda pêşnîyarkirî xeberdaye, li gorî kîjanê welatîyên bîyanî çi cûreyî bi învêstîsîyakirina 150 hezar dolarî dikarin bibine welatîyên Ermenîstanê.Kêrobyan gotîye, wekî învêstorên bîyanî li Ermenîstanê her dem tên piştgirtinê.
Bi gotina wezîr bi vê prorjeyê hukumat dixweze carekêra çend pirsa helke.
“Pirseke wî cûreyî hema ya paşdahatina welatîyaye. Bi vî cûreyî dikarin welatîyên bîyanî, yên ku ji vir çûne, bikine welatîyên Ermenîstanê û yên ku dikarin nava êkonomîkayêda rola mezin bilîzin. Feqet gilî ne tenê derheqa êkonomîkayêdane, lê usa jî derheqa govekên çandê, zanistîyê û yên mayîndane. Piştî hinek rastkirina projeyê amadebe”,- Kêrobyan gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê ku tirs tune, wekî ew învêstor dikarin welatîyên Tirkîyayê, yan jî Adirbêcanêbin, wezîr gotîye, wekî gilî derheqa wê yekêda nine ku kê bona bûyîna welatîyê Ermenîstanêbe, ew yekê bê kirinê.
“Qanûn wê usa jî li polîsîyayê û li îdara ewlehkarîya miletîyê jî wê hebin. Bi fikira min xemgînîyên we wê bi temamî bêne betalkirinê”,-Kêrobyan gotîye.







