SerekeSîyasî

Hazim Tehsîn Sehîd Beg bangî As Sûdanî kirîye ku bi heqîtî wekîltîya êzdîya , ya nava hukumata nûda bide çareserkirinê

Mîrê êzdîya  Hazim Tehsîn Sehîd Beg bangî serokwezîrê Îraqêyî nû Mihmed Şîya As Sûdanî kirîye ku bi heqîtî wekîltîya êzdîya, ya nava hukumata nûda bide çareserkirinê.

Nava nama ser navê serokwezîrda, Mîr Hazim Tehsîn Sehîd Beg nivîsîye: “Em we qulixa nûda silav dikin û me dixwest  derheqa cêrge qezîyayên ku hatine serê êzdîya, yên li Şengalê û  tengavkirina wanda bîr bianîna. Her kesê ku dîrokê baş zane, fem dike wekî êzdî mîratgirên sîvîlîzasîya Îraqêye kevinar û cimet û dînên kevinarin.

Em çawa wekîlên êzdîya hîvîyêne ku dewleta sîvîl wê bê çêkirinê, ya ku  wê li ser hîmê qanûnabe û hemû miletên nava Îraqêda wê bibine xweyên mafên xwe û wekîltîyên wane nava welêtda wê bêne çareserkirinê”,- Mîrê êzdîya gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button