H’emû nûçeSereke

Koma ji 40 merivê ya dîtindarên Yekîtîya Avropayê wê zûtirekê bê Ermenîstanê: Paşînyan

Wextê civîna hukumatê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan destpêka xebata mîsîya dîtindarîyê, ya Yekîtîya Avropayêye sîvîl silav kirîye û bîr anîye, wekî pevketina anegor li Prahayê wextê hevdîtina 4 ê cotmehê hatîye destanînê.

“Gerekê bêjim, wekî hevkarên Avropayê gelekî lez bersiv dane û  birîyar kirine. Koma amadekirinê îdî li Ermenîstanêye, lê koma hîmlî, ya ji 40 merivê wê zûtirekê bê Ermenîstanê.Hatîye birîyarkirinê, wekî mîsîya dîtindarîyê wê du meha li Ermenîstanê bixebite, lê nava goveka meye pêşekaznîyêda fikir hene, wekî gerekê wedê mîsîyayê bidine dirêjkirinê, yanê jî mîsîyayê bikine ya hertimî. Ez nafikirim, wekî wê usabe, lê ew têma tê gotûbêjkirinê. Emê wê pirsê diha bi kûrayî lêkolîn bikin”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button