Têlêvîzyona Kurdistanê 24 ê daye dîyarkirinê, wekî li meheleke bajarê Silêmanîyê avtomaşîneke mînkirî teqîyaye û li gorî melûmetîyên stendî, çend meriv birîndar bûne.Kanala têlêvîzyonê ragîhandîye, wekî teqîn li ber merkeza tirkîye ku vîza dide, qewimîye.
Wextê axaftina tevî kanala têlêvîzyonê, wekîlê polîsîya Silêmanîyê gotîye, wekî niha lêpirsîn tê derbazkirinê.