SerekeSîyasî

Pirsa bona piştgirîya Yêrêvanê wê wextê şêwira Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bê gotûbêjkirinê: Zaxarova

Pirsa bona piştgirîya Yêrêvanê wê wextê şêwira Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bê gotûbêjkirinê. Di derbarê wê yekêda wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê gotîye, dema ku ewê derheqa şandina dîtindarên organîzeyêda, ya bona şandina li Ermenîstanê, xeberdaye.

“Niha pirsa derbazkirina civîna şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv tê derbazkirinê.Hîvîyêne, wekî zûtirekê serokên welatên endam wê bi vîdyokonfêransê encamên xebata mîsîyayê gotûbêj bikin”,- Saxarovayê gotîye.

Bi gotina wê, gerekê pêşnîyarên bona piştgirîya Yêrêvanê bêne gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button