Çawa bersiva nivîsarên serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanê, ya parastinê Andanrîk Koçaryan, seroka dêlêgasîya Fransîyayêye nava civîna NATO ê ye parlamêntîyêda, Ann Jênêtên bi elametîyêva pêşda hatîye û derheqa parastina yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê û ewlehkarîya cimeta ermenîda xeberdaye.
Ewê derheqa gelek kuştîya û malbetên wanda daye dîyarkirinê, serda zêde kirîye, wekî Fransîya li rex cimeta ermenîye.
Nava raportêda bi hûrgilî derheqa hevdîtin û gotûbêjkirinên van salada hatîye dîyarkirinê.Hatîye gotinê, wekî meha tê rêzolyûsîya nû wê bê gotûbêjkirinê ya derheqa sanksîyayên dijî Adirbêcanê, û dewê bê kirinê, ku Adirbêcan ji axa Ermenîstanê dûrkeve, xweykirina qayîlnivîsara 9 ê mijdara sala 2020 î bide çareserkirinê.