H’emû nûçeSereke

Em li Ermenîstanêne ku bona herdu welata xerîta rê amade bikin: Ebdûlehîan gotîye Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevdîtina tevî wezîrê Îranêyî karên der Husêyn Emîr Ebdûlehîan rojeva pêwandîyên dualî gotûbêj kirine. Bona vekirina konsûlxana Îranê, ya li Kapanê, Paşînyan pîroz kirîye û daye dîyarkirirnê, wekî bi fikira wî ew gav pêşkeftina pêwandîyên Ermenîstanê û Îranê dide kifşê. 

“Bêguman, rojeva pêwandîyên meye dualî tijîye. Niha em gelekî li ser pirsgirêkên opêratîv dixebitin, lê ji alîkî mayînva ez li ser wê fikirême, wekî nêzîkbûna me, ya hindava van pirsgirêka wê diha praktîkbe, heger em ji alîyê  pêvajoya wededirêjda li vî hemû tiştî binihêrin.Ez şame, wekî axaftina meye tevî serokê Îîranê hema bi vê fikirê pêşda diçe”,-Paşînyan gotîye.

Wezîrê Îranê daye dîyarkirinê,wekî hevdîtina Paşînyan û Raîsî, ya li Nyû Yorkê diha gelekî derheqa pirsên girîngda bûye. Wezîr gotîye, wekî Raîsî hîvî kirîye, ku Paşînyan bi seredan  here Têhranê.

Tevbûyên hevdîtinê usa jî derheqa hevkarîya ÿêkonomîkîda xebedane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button