H’emû nûçeSereke

Gunehkarên ku ew xirabkarî kirine, gerekê li ber cabdarîyê bisekinin: wezîra Norvêcêye karên der derheqa kuştina dîlên ermenîda xeberdaye

Wezîra Norvêcêye karên der Annîkên Hyûtfîldtê vîdyoya derheqa kuştina dîlên ermenîda çawa tiştekî barbarî hesab  kirîye û daye dîyarkirinê wekî cabdarên wan xirabkarîya gerekê li ber cabdarîyê bisekinin. Wezîrê gotîye, wekî bona gihîştina aşîtîya wededirêj tenê bi rîya hevraxeberdana dikarin pêşda herin.

Wezîrê gotîye, wekî ew elametîya li Prahayê dipejirîne, bi kîjanê serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê îzbat kirine, wekî ew yekîtîya têrîtorîyayên hevdu nas dikin.Norvêc bi guhdarî dîna xwe dide hevraxeberdanên dora peymana aşîtîyê.Wezîra Norvêcê bawar dike, wekî tenê bi rîya hevraxeberdana dikarin bighîjine wê yekê.

Wextê hevdîtina tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, wezîrê îzbat kiribû, wekî Norvêc amadeye piştgirîyê bidine xweykirina yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstana serbixwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button