Hêzên Sûrîya Dêmokratîk elam kirine, wekî ew înformasyona Tirkîyayê, bi kîjanê hatîye dîyarkirinê, ku ji 16 a hetanî 21 ê cotmehê 10 şerkarên wan hatine kuştinê, ne anegor rastîyêye.
“Ji 16 a hetanî 21 ê cotmehê wezîreta Tirkîyayêye parastinê elametî belav kirîye, kîjanêda hatîye dîyarkirinê, wekî nava du rojada 10 şerkarên Hêzên Sûrîya Dêmokratîk şihîd ketine. Ev înformasyon ya anegorî rastîyê nîne”,- nava elametîya Hêzên Sûrîya Dêmokratîkda hatîye gotinê.