H’emû nûçeSereke
Satêlîta ermenî bi 90 selefîva bona xebatê amadeye: cîgirê wezîr
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî têknolocîya Avêt Pogosyan çawa bersiva pirsa serokê komîsîya pirsên zanistîyê, perwerdê, sportê û genca Sîsak Gabrîêlyan, ku derheqa xebitandina satêlîta ermenîda çi melûmetî hene, gotîye:
“Bi hesabhildana rêjîma surî, ez dikarim tenê bêjim, wekî armancên me ewin, ku em dixwezin wê yekê zû bidine mîyaserkirinê. Satêlîta bi sed selefîva nava hemû cêribandin û têstkirinara derbaz bûye. Îro min raport stendîye, li gorî kîjanê meriv dikare bêje, wekî satêlîta me bi 90 selefîva hazire”.