SerekeSîyasî

Wekîlê PDK ê: partîyayên kurda wê  nava hukumata nûda çar wezîreta bistînin

Nava hukumata Îraqêye nûda cîhên çar wezîra wê bighîjine partîyayên kurda. Derheqa wê yekêda wekîlê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Arif Teyfûr gotîye Kurdistan 24 ê.
Ji çar wezîreta sisê wê bighîjine partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, lê yek jî bighîje Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê.
Ewî serda zêde kirîye, wekî partîyayên sîyasî pevketitne ku çar wezîret bighîjine kurda.
Hatîye dîyarkirirnê, wekî wezîreta karên der wê bighîje Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, lê wezîreta edaletê wê bighîje Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button