SerekeSîyasî

Şaxavan Ebdule derheqa gelek hevraqayîlnebûnên di navbera hêzên îraqîye sîyasîda gotîye

Cîgirê serokê parlamênta Îraqê Şaxavan Ebdule elam kirîye, wekî partîyayên Îraqêye sîyasî bona belavkirina cîhên nava wezîretada bi hevra qayîl nabin.

“Ew roja ku parlamênta Îraqê berevbe û dengê xwe bide kabîneya serokwezîrê nû, Mihmed Şîya As Sûdanî hê nehatîye kifşkirinê”,- ewî gotîye.

Şaxavan Ebdule daye dîyarkirinê, wekî alî hê karên xwe hevra nedane qayîlkirinê û hevraqayîlnebûn hene, mesele girêdayî wezîreta neftê û çend wezîretên mayîva.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button