H’emû nûçeSereke

Adiribêcan lez dikeve çimkî halê gêopolîtîkî hê nehatîye guhartinê: sîyasîzan

Ji 2 a hetanî 27 ê cotmehê, bi dewatkirina hukumata Ermenîstanê, Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê koma qîmetkirina hewcetîya şandîye Ermenîstanê. Gelo hêvîyên çi cûreyî ji alîyê wanda hene? Dora vê têmayê Şahan Gantaharyanê sîyasîzan xeberdaye.

Bi gotina wî, aktîvbûna Avropayê dikeve nava çarçoveya pêvajoyên bona ketina nava têrîtorîyayên tehsîra rûsa.Ewî gotîye, wekî organîzeya avropî, li gorî pêvajoya koma Mînskê mandat stendibû, ku tevî pêvajoya helkirina pirsgirêkêbin. Niha ew deşta borcdarîya tê guhartinê û şuxulkarîya organîzeya  avropî derbazî ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê bûye.

Bi xeberdana derheqa wê pirsêda wekî nenihêrî wê yekê, ku koma avropî li herêmêye, Adirbêcan dîsa bi aktîvî rêjîma agirbestê diteribîne. Gantaharyan dibêje, wekî ew yek femdarîye, çimkî meremê wan ewe ku bona tehsîrkirinê wê yekê dikin, bo ku ew xebat zû bê mîyaserkirinê.

“Li Bêrzorê jî usa  bû. Azêrîya êrîş kirin û piştî wê yekê alîyê ermenî girtina sivdera Laçînê lez êxist û destbi xebatên rêçêkirinê kir. Niha ew agir dikin ku xebatên kifşkirina sînora zû destpêkin. Bona wê yekê jî alîyê ermenî ji Avropayê tenê bona koma dîtindarîyê hîvî kir, lê ne ku mîsîya bona pêşîgirtina êrîşa”,-Gantaharyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button