
Wekîlê wezîreta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya karên der, Nêd Prays gotîye wekî xebitandina têrîtorîya Sûrîyayê ji alîyê têrorîsta û radîkalada nerihetîyê pêşda tîne û ew bi guhdarî dîna xwe didine halê li Efrînê.
Wextê prêss-konfêransê Nêd Prays bersiva pirsa miqaledarê Rudaw ê, ya derheqa halê li Efrînê, daye.
Koma “Hayat Tahrîr Aş Şam” ê dikeve nava navnîşa têrorîsta û çawa beşeke Al Qaîdayê tê hesabê. Ew kom van axirîya ketîye bajarê Efrînê. Nêd Prays gotîye, wekî xebitandina axa Sûrîyayê ji alîyê komên têrorîstî û êkstrêmîstada wana nerihet dike û Ştatên Yekbûyî bi guhdarî dîna xwe dide wê yekê.Prays daye dîyarkirinê, wekî mêtodên wane cûre-cûre hene ku dikarin dijî van koma bidine xebatê.







