H’emû nûçeSereke

Fermandarê HSD ê  dîyalogê pêşnîyarî Damişqê dike û dibêje ku ew Tirkîyayêva neyêne girêdanê

Fermandarê giştî, yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî elam kirîye, wekî çend êtapên dîyaloga tevî Damişqê encamên baş nedane û serda zêde kirîye, wekî rûyê derbgîhandinên Enqerêda çend endamên serokatîya wan şihîd ketine.

“Pêwandîyên meye tevî Damişqê  hene û çend cara jî dîyalog pêk hatîye. Feqet em nikarin bêjin wekî em gihîştine ecamên baş.Em dibêjin, wekî dîyalog rîya tek-tenêye ku em welatê xwe xilazkin û em bona dîyalogê vekirîne. Em bona berjewandîyên miletîyê, mafê welatîya û xweykirina yekîtîya welêt berbi dîyalogê diçin”,- Mezlûm Ebdî gotîye.

Ebdî usa jî daye dîyarkirinê, wekî Enqerê nava van du salên dawîda 70 opêrasîyon bi dirona mîyaser kirine, nava encamên kîjanada tenê îsal 59 meriv bûne qurbanî.

“Hilbijartinên li Tirkîyayê nêzîk dibin û Êrdogan dicêribîne guhdarîya  civakê ji krîzeyên sert bide dûrxistinê û wê gudarîyê bîne berbi şerê li der”,- Ebdî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button