H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê beşdarî pêvajoya aşîtîyê dibe, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda: Klaar

Yekîtîya Avropayê beşdarî pêvajoya aşîtîyê dibe, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda. Di derbarê wê yekêda wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar gotîye “Dengê Amêrîka” yê.

Bi gotina wî şedetîya wê yekê, ya şuxulkarîya Yekîtîya Avropayê, hema şuxulkarîya serokê Konsêya Avropayê Şarl Mîşêl dide. Bi gotina Klaar, şedetîke mayîn jî ewe, wekî li Ermenîstanê li ser dirêjaya sînorê tevî Ermenîstanê dîtindarên avropî cîhwar bûne.

“Li vir berjewandîyên Yekîtîya Avropayê hene. Eva herêma cînara meye. Bo wê yekê jî em dixwezin ku li Qafqasîya Başûr aramî îzbatbe. Ew yek girînge ku em bikaribin pirsgirêka di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda helkin”,- Klaar gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button