H’emû nûçeSereke
Alên Sîmonyan derheqa beşdarbûna hinek parlamêntvanên opozîsîyayê, ya li civîna parlamêntê xeberdaye
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan derheqa çend parlamêntvanên fraksîyayên opozîsîyon xeberdaye.Gilî derheqa paşdahatina wane parlamêntêdane.
“Lê wê çi bikirana? Min got, ne? Ewê li derva bimana çi bikirana? Niha jî hatine û dijî projeya derheqa xirabkirina hewa ezmîn derdikevin, ez wê yekê fem nakim”,- wextê qisa tevî rojnamevana, Sîmonyan gotîye.
Fraksîyayên opozîsîyon, yên “Ermenîstan” û “Qedirê min heye” wedekî civînên parlamêntê boykot kiribûn û 25 ê cotmehê ew beşdarî civîna parlamêntê bûne.