H’emû nûçeSereke

Desthilatdarîya Ermenîstanê pirsa derheqa derketina ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv gotûbêj nake

Desthilatdarîya Ermenîstanê pirsa derheqa derketina ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv gotûbêj nake. Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye. Rojnamevanekî pirs daye Sîmonyan, ku gelo Ermenîstanê ji organîzeyê derkeve, heger organîze tabîya xweye zelal hindava agrêsîya Adirbêcanê nede kifşê.

“Komara Ermenîstanê hîvîya bersiva Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve û nava vê êtapêda ew bersiv gerekê ya sîyasîbe. Heger paşê zelalbe, wekî organîzeyê qirar kirîye ji herêmê derkeve, diqewime em li ber pirsgirêkê bisekinin.Feqet desthildarîya Ermenîstanê roja îroyîn pirsa wî cûreyî gotûbêj nake.Em hîvîya bersivêne”,- Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button