H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der rastî Papê Romayê hatîye /vîdyo/

26 ê cotmehê Papê Romayê Fransîskos wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan qebûl kirîye.

Bona qebûlkirinê, Ararat Mîrzoyanê wezîr razalixî elamî Papê Romayê kirîye û silavên cimeta ermenî û hukumatê gîhandine wî.Wezîr daye dîyarkirinê, wekî seredana wîye li Vatîkanê hema 30 salîya îzbatbûna pêwandîyên dualî diqewime û ew yek mecaleke başe ku pêwandîyên dîrokî û pêwandîyên li ser hîmê qîmetîyên ruhanî bêne gotûbêjkirinê.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der bona berbirîbûn û bangên Papê Romayê, yên wextê şerê 44 roje û piştî wî şerî razîbûn elam kirîye.

Mîrzoyan halê li herêmê raber kirîye û derheqa girîngîya pirsên hûmanîtarîda xeberdaye û pêra jî berbirîbûna serokwezîrê Ermenîstanê gîhandîye Papê Romayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button