H’emû nûçeSereke

“Dewletên Rojavayê dicêribînin pêwandîyên di navbera   Moskvayê û Yêrêvanêda ji hev bidine dûrxistinê”: berdevka wezîreta Rûsîyayêye karên der

Berdevka wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê derheqa wê têmayêda xeberdaye, ya ku derheqa îzinnedayîna Konstantîn Zatûlîn û Margarîta Sîmonyanêye hatina li Ermenîstanêdane. “Em îzinnedayîna Zatûlîn û Sîmonyanê, ya bona seredana li Ermenîstanê fem nakin. Ez bîr bînim wekî gilî derheqa parlamêntvanê Rûsîyayê û rêdaktorê ajansa rûsîdane.Em bi kanalên dîplomatî berbirî alîyê ermenî bûne, ku bona wê yekê şirovekirinê raberkin. Heger ew înformasîya îzbatbe, wî çaxî meriv nikare wê yekê çawa gaveke dostîyê şiroveke, li gorî pêwandîyên meye tifaqdarîyê”.

Zaxarovayê usa jî serda zêde kirîye: “Minê nexwesta ku menîyên wî cûreyî wî çaxî pêşda bihatana, dema ku Rojava dicêribîne hal bide tevlîhevkirinê û pêwandîyên Moskvayê û Yêrêvanê ji hev bide dûrxtsinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button