H’emû nûçeSereke
Fransîyayê wekîlê xweyî pirsên parastinê, yê li Ermenîstanê kifş kirîye
“Piştî seredana wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyane li Fransîyayê û hevdîtina tevî wezîrê Fransîyayêyî parastinê, dêlêgasîya wezîreta Fransîyayêye parastinê 27 ê cotmehê hatîye Ermenîstanê û rastî wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Papîkyan, wezîrê têknolocîyên bilind Xaçatryan û sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê Grîgoryan hatîye.
Dêlêgasîyayê îzbat kirîye, wekî ewê wekîlê xweyî hertimî, yê pirsên parastinê li Yêrêvanê kifşke û wextê hevdîtinê mecalên qewînkirina hevkarîya leşkerî hatine gotûbêjkirinê”. Derheqa wê yekêda baylozxana Fransîyayê rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.