Ne projeya Waşîngtonê û ne jî ya Rojavayê hene, heye projeya peymana aşîtîyê

Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan wextê weşana têlêvîzîyona Civakî derheqa peymana aşîtîyêda xeberdaye û daye dîyakirinê, wekî ne projeya Waşîngtonê heye, ne jî ya Rojavayê.
Ewî gotîye, wekî ew bi fermî derheqa wê yekêda dibêje û serda zêde kirîye, wekî projeya peymana aşîtîyê ya azêrîya heye, ya ku derbazî alîyê ermenî kirine, li ser kîjanê xebat hatine kirinê û paşê ewê bona gotûbêjkirinê bê raberkirinê.Çi ku derheqa projeya rûsîdane, Marûkyan gotîye, wekî serokwezîr daye dîyarkirinê, ku meha îlonêda ew pêşnîyar raberî alîyê ermenî kirine û alîyê ermenî nêzîkbûna xweye qayîlîyê derheqa wê yekda daye kifşê.Alîyê rûsa zane, wekî bona alîyê ermenî ew ya qebûlkirinêye, lê bona alîyê azêrîya ya qebûlnekirinêye. Bo wê yekê jî alîyê ermenî hêvîdare, wekî alîyê rûsa wê li Soçîyê li ser wê pêşnîyarê bisekine û Adirbêcanê jî bîne ser wê qirarê.
Marûkyan serda zêde kirîye, wekî Rûsîya pêşnîyar dike, ku helkirina pirsgirêka Qerebagê, ya dawî bidine paşdaêxistinê, bona ku di navbera Qerebagê û Adirbêcanêda mêxanîzm bê sazkirinê, û bin guhdarîya civaka navneteweyîda ew yek bê mîyaserkirinê.







