
Serokwezîrê Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya li Îraqê Janîn Hênîs Plasçêrt qebûl kirîye.
Wextê hevdîtinê progirama rêformên hukumata Herêma Kurdistanê hatîye gotûbêjkirinê. Xêncî wê yekê xeberdan derheqa bûyarên van axirîyaye li Bexdayê û usa jî prosêsa sazkirina hukumata fêdêralda çûye. Hatîye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku hemû partîya piştgirîyê bidine hukumata nû û pêra jî pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda bêne helkirinê.







