16 ê mijdarê komîsîya pêwandîyên der, ya Sênata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê guhdarkirina derbazke bona ku sîyaseta Waşîngtonêye li Qafqasîya Başûr bê qîmetkirinê.
Ajansa Adirbêcanêye Tûranê ragîhandîye, wekî wextê guhdarkirina cîgirê sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî, yê alîyê pirsên Avropayê û Avrasîyayê Kêrin Donfrîd û usa jî şêwirmendê pirsên hevraxeberdanên Qafqasîyayê, hemsedirê koma Mînskêyî amêrîkî Fîlîp Rîkêr wê bi xeberdan pêşda bên.
Înîsîyatorê guhdarkirina serokê komîsîyayê Bob Mênêndêse.