H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê û Îranê dokûmênt derheqa dirêjkirina qayîlnivîsara ênêrcîya êlêktrîkî û gazêda îmze kirine

Ermenîstanê û Îranê dokûmênt derheqa dirêjkirina qayîlnivîsara derheqa ênêrcîya êlêktrîkî û gazêda îmze kirine.Derheqa wê yekêda Armênprêssê li ser hîmê ajansa îranî  ragîhandîye.

Serokwezîrê Ermenîstanê nêzîkbûna serokê Îranê, ya hindava dîyaspora ermenîye li Îranê bilind qîmet kirîye.

Bi gotina Nîkol Paşînyan, Komara Îranêye Îslamî dikare bibe sîmvola hevkarî û pêşkeftina di navbera peyîhatîyên dîyanetên cuda-cudada.

Serokwezîrê Ermenîstanê prînsîpa Îranêye derheqa aşîtî û ewlehkarîya li herêma Qafqasîyayê bilind qîmet kirîye û gotîye:

“Min derheqa hevdîtina sêalîda, ya li Soçîyê, şirove kirîye û ez armanca Îranêra, ya di derbarê aşîtî û ewlehkarîya li herêmê qayîlim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button