H’emû nûçeSereke

Heger Adirbncan bixweze bi sê dergehên sînorra here û bê, alîyê ermenî hazire wê yekê qebûlke

Sê dergehên li ser sînorê ermenîya-azêrîya îdî amadene û heger Adiribêcan bixweze wan derara çûyîn-hatinê mîyaserke, alîyê ermenî amadeye wê yekê qebûlke.Armênprêssê ragîhandîye, wekî di derbarê wê yekêda serokê komîtêya kara dewletê Rûstam Badasyan gotîye rojnamevana.

“Ew hemû gav hatine avîtinê, derheqa kîjanada hatîye xeberdanê, ew bi cûrê dokûmênta amadene û şandine hukumatê.Dîsa xebat hatine mîyaserkirinê û rêjîmên parastina sînora hatine pêşdakişandinê”,- Badasyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî ew hîvîya bersiva Adirbêcanêne.

Çawa bersiva wê pirsê ku qezîyayên çi cûreyî dikarin pêşda bên, Badasyan gotîye:

“Qezîya tunene. Me îdî elam kirîye, wekî rojeva hukumatêda derheqa vekirina rîyada hatîye dîyarkirinê û me gavên wî cûreyî avîtine. Meriv dikare bêje wekî pêvajo ser hevda hatîye. Heger alîyê mayîn jî amadeye, wî çaxî em jî amadene”,- Badasyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button