H’emû nûçeSereke

Seredana serokwezîrê Ermenîstanê, ya li Îranê wê bona pêşkeftina herdu welata bibe ya werguhastinê: Êbrahîm Rayîsî

Nava van mehên dawîda zivira eşîyaye di navbera Îranê û Ermenîstanêda bi 43 selefîva zêde bûye.Armanca me ewe, ku em wê bighînine sê mîlyard dolarî.Ajansa Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda serokê Îranê Êbrahîm Rayîsî wextê hevdîtina tevî serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.

Serokê Îranê gotîye, wekî seredana serokwezîrê Ermenîstanê, ya li Îranê, wê bona pêşkeftina herdu welata bibe ya werguhastinê.

Êbrahîm Rayîsî daye dîyarkirinê,wekî sîyaseta dostîyê alîkî stratêcîya hukumata Îranêye û gotîye wekî nava rojeva Nîkol Paşînyanda du hevdîtin hene, yek girêdayîye pêwandîyên Îranê û Ermenîstanêye êkonomîkî, kirîn-frotanê û usa jî goveka ewlehkarîyêva.

“Armanca me ewe, ku em zivira eşîya, ya di navbera herdu welatada, bighînine sê mîlyard dolarî û bi xwestina herdu welata wê yekê dikarin bikin”,- serokê Îranê gotîye.

Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî Îran beşeke dîroka herêma Qafqasîyayêye û bo wê yekê jî ewlehkarî û aşîtîya herêmê  bona Îranê girîngin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button