H’emû nûçeSereke

Bi gotina Alên Sîmonyan, desthilatdarîya Ermenîstanêye îroyîn himberî yên mayîn zêdetir piştgira Rûsîyayêye

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan elam kirîye, wekî pêwandîyên Ermenîstanêye tevî Rûsîyayê zêdetir nêzîkî Rûsîyayêne, ne ku desthilatdarîyên pêşda. Derheqa wê yekêda Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana.

“Wextê hevdîtinên tevî hevalkarên rûs, ez derheqa wê yekêda dibêjim.Ew wê yekêra qayîlin. Wextê seredana dawî, serokê parlamênta Rûsîyayê got, wekî ew gelekî şaye ku hevdîtin diha gelekin, çimkî pêşda awqasî gelek nîbûne. Niha pêwandîyên me zêdetir nêzîkî hevdune”,-Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button