H’emû nûçeSereke
Paşînyan gotîye ku kengê li Ermenîstanê wê sîstêma dîyarkirina kara hemûa bê xebitandinê

Ji çileya sala 2024 a da sîstêma dîyarkirina tomerî, ya derheqa kara welatîyada wê bê xebitandinê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê gotûbêjkirina projeya byûcêya dewletê, gotîye.
“Gilî derheqa sîstêma dîyarkirina kara hemûyadane.Hemû welatîyên Komara Ermenîstanê gerekê derheqa wê yekêda bidine dîyarkirinê.Pêşda 90 selefê wî karî wê komîtêya anegor bike. Welatî wê dokûmêntê tijîkirî bistîne, lê ewê tenê îzbatke ku hemû tişt raste, yan na”,-Paşînyan gotîye.







